Xwendekarên li Helebê dixwendin ji Herêma Rêveberiya Xweser re tên vegerandin 

Dewran Mehmûd 30/11/2024

Xwendekarên ji Herêma Rêveberiya Xweser li Zanîngeha Helebê dixwendin ji ber êrîşa HTŞ’ê ji bo bajarê xwe tên vegerandin. 

Nûçegihana Kanal8’ê Evîn Şêxmûs li ofîsa Hirşo ya mînîbûsan a garaja Qamişloyê ragihand, 3 mînîbûsên xwendekaran yên rastî êrîşa Cebhet Nusre’yê hatibûn ji Helebê ve ber bi Qamişloyê tên. 

Evîn Şêxmûs diyar kir, serê sibê 7 mînîbûs ji Helebê ber bi navçeyên bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)ê bi rê ketin, dema derketina ji bajêr, 3 ji wan mînîbûsan rastî êrîşê hatin û di encamê de ajokarê yek ji wan mînîbûsan birîndar ket. 

Nûçegihana me ragihand, di êrîşa çekdarî de gule bi milê wî ajokarî ketiye, lê piştî ew rakirin nexweşxaneyê û hate dermankirin, niha rewşa wî cihgir e. 

Kanal8’ê zaniye, mebestgeha 4 mînîbûsên destpêkê Reqa bû û tev paşnîvroya îro derbasî nava Reqayê bûn û niha ewle ne. 

Her wiha mebestgeha 3 mînîbûsên din ku hejmara wan nêzî 80 xwendekaran e Qamişloyê û niha di rê de ne. 

Herî dawî Rêveberiya Xweser daxuyanî da û eşkere kir, 2 hezar û 892 welatiyên ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Helebê vegeriyan herêmê. Tê zanîn ku ji wê hejmarê, piranî wan xwendekar in. 

Dewran Mehmûd

30/11/2024