Almaniyayê di berhemên Tirkiyê de madeyên jehrî eşkere kir 

Kanal8 01/12/2024

Almanyayê bi dehan ton laleng û hejîrên hişikkirî yên ku madeyên jehrî di nav de bûn û biryar bû ji Tirkiyê hawirde bike eşkere kirin. 

Tevî çavkaniyên bihêz ên çandiniya Tirkiyê ku berhemên xwe hinardeyî welatên derve dike, vegerandina berheman bi sedema xirabî û hebûna madeyên jehrî di nava berheman de, gefê ki ewlehiya xurek û tendirustiya giştî ya wî welatî dike. 

Herî dawî li gorî “Sîstema Hişyariya Lezgîn a Xurek û Xwarinê” ya girêdayî Komisyona Ewropayê, di mandarîn û hêjîrên hişikkirî ên ku biryar bû ji Tirkiyê ber bi Almanyayê bên hinardekirin de, 6 qatan zêdetir madeya Klorbîrîfos a metirsîdar eşkere kir. 

Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê yê Taybet bi Siyaseta Bazirganî Profesor Duktor Volkan Demîr derbarê mijarê ji bo rojnameya Cumhuriyetê da zanîn, divê Wezareta Çandiniya Tirkiyê lîsteya şîrketên ku li cîhanê navê Tirkiyê bi berhemên nebaş xirab dikin eşkere bike û lêpirsînê derbarê wan bide dest pê kirin. 

Li aliyekî din Endamê Lîjneya Rêveberiya Odeya Endaziyarê Xurekê ya Tirkiyê Ugur Toprak jî ji bo heman rojnameyê da zanîn, berhemên Tirkiyê gelek caran tên vegerandin û ew yek bandoreke neyênî li ser ewlekariya xurek û hinardekirinê çêdike û got, “Sedema vê yekê jî zêde bikaranîna dermanê kêzikan e.” 

Kanal8

01/12/2024