Li Derayê di teqînekê de zarokekî jiyana xwe ji dest da
Kanal8 26/12/2024
Li gundewarê parêzgeha Derayê ya Sûriyê ji ber teqîna mayîneke ji bermahiyên şer, zarokekî jiyana xwe ji dest da û sêyên din birîndar bûn.
Rêxistina Çavdêriya Sûriyê ya Mafê Mirovan ragihand, di encama teqîna mayîneke bermahiyên şer de li nêzî bajarokê Cebabê yê bakurê Derayê, zarokekî jiyana xwe ji dest da û sêyên din birîndar bûn.
Rêxistina Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan da zanîn, piştî hilweşandina desthilata Esed, ji ber teqînên bermahiyên şer li Sûriyê 67 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Kanal8
26/12/2024