Lavrov: Em amadene hevkariya Sûriyê bikin
Wezîrê Derve yê Rûsyê bersiva pirsên rojnamevanan da û got, ew dixwazin bi desthilatên nû yên Sûriyê re hevkariyê bikin, bang kir ku pêşî li daxwazên parçekirina Sûriyê bê girtin.
Wezîrê Derve yê Rûsyê Sergey Lavrov li Moskova ya paytexta Rûsyê bersiva pirsên rojnamevanên rûs û biyanî da, derbarê polîtîkayên dewletên Rojava yên di bin serokatiya Amerîka, Ukrayna û Sûriyê de nirxandin kirin.
Lavrov derbarê polîtîkayên Tirkiyê yên li ser Sûriyê got, "Rûsya ji fikarê Serokomarê Tirkiyê Recep Teyîb Erdogan ên li ser ewlekariya sînorê Sûriyê fêm dike, lê belê divê berjewendiyên Tirkiyê bi awayekî ku serwerî, yekparebûna axa Sûriyê û yekîtiya Sûriyê biparêze."
Lavrov diyar kir ku Rûsya ji nû ve destpêkirina hevkariyên aborî û her wiha ketina diyalogê bi rayedarên nû yên Sûriyê re eleqedar e û wan mijarên dabînkirina ewlehiya welatiyên wê û balyozxaneya li Dîmeşq’ê gotûbêj kirin û ev peyam da, Rûsya ji bo diyalogê bi rayedarên nû yên Sûriyê re vekirî ye.
Derbarê hêzên ku niha li Sûriyê çalakbûne jî Lavrov wiha pê de çû: Amerîkî û Ewropî li Sûriyê çalak bûne. Her kes dixwaze ji bo pêkanîna bandorê û desteserkirina axê bixebite, ne ji bo pêkanîna yekîtiyê di navbera hemû komên siyasî û etnîkî li Sûriyê."
26/12/2024