DEM: Şandeya me ji serdana bi Ocalan re vegeriya
Dewran Mehmûd 28/12/2024
Partiya DEMê ragihand, şandeya wan ji serdana bi Abdullah Ocalan re ya li girava Îmraliyê vegeriyan û dê di demjimêrên bê de naveroka hevdîtinê ji raya giştî re bê ragihandin.
Navenda Ragihandinê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (Partiya DEM’ê) ragihand, şandeya wan a ku ji Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk dihat îro li Îmraliyê bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî. Ev hevdîtin bi dawî bû û şandeya wan vegeriya.
Partiya DEM’ê ragihand, şandeya wan dê di demjimêrên bê de agehî û nirxandinên li ser naveroka vê hevdîtinê bi çapemenî û raya giştî re parve bike.
Dewran Mehmûd
28/12/2024