DEM’ê naveroka hevdîtina bi Ocalan re belav kir

Dewran Mehmûd 29/12/2024

Partiya DEM’ê naveroka hevdîtina bi Ocalan re belav kir û diyar kir, tendirustiya Ocalan baş bû û morala wî bilind bû.

Şandeya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (Partiya DEM’ê) daxuyaniya nivîskî derbarê hevdîtina doh a bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan re belav kir.

Şandeya DEM’ê ya ku ji parlementer Sirri Surreya Onder û Pervin Buldan pêk hatibû ragihand, tendirustiya Ocalan baş bû û morala wî bilind bû.

Her wiha hate diyarkirin, dahûrandinên Ocalan ên derbarê çareseriya Pirsgirêka Kurd xwedî giringiyek bingehîn bû.

Di hevdîtina ligel Ocalan de behsa rewşa Tirkiyê û Rojhilata Navîn hatiye kirin. Ocalan gotiye, bihêzkirina biratiya Kurd û Tirkan berpirsiyariyek dîrokî ye.

“JI BO SERXISTINA PÊVAJOYÊ, DIVÊ ROLA AVAKER A HEMÛ ALIYÊN TIRKIYÊ HEBE”

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan derbarê aloziyên Rojhilata Navîn û Pirsgirêka Kurd û şerê navbera Artêşa Tirkiye-PKK’ê got, “Ocalan da zanîn ku divê ji bo serxistina pêvajoyê hemû navendên siyasî yên Tirkiyê roleke avaker bilîzin.”

Li gorî dahûrandinên Ocalan, cihê herî giring ji bo rollîstina avaker, Parlementoya Tirkiyê ye.

“AMADE YE ÎNSIYATÎFA BAHÇELI Û ERDOGAN PIŞGIRÎ BIKE”

1’ê Cotmeha bihûrî, Serokê Giştî yê Partiya Neteweperwer a Tirkiyê (MHP) Devlet Bahçeli di dema vekirina demsala nû ya xebatên Parlementoya Tirkiyê de dabû zanîn, bila Ocalan were û li civîna koma Partiya DEMê biaxive. Ocalan amadehiya xwe li hemberî piştgirîkriina însiyatîfa Bahçeli û Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan ragihand.

OCALAN DAXWAZ JI ŞANDEYÊ KIRIYE NÊRÎNÊN WÎ BIGIHÎNE

Li gorî danezanê, Ocalan daxwaz ji Şandeya DEM’ê kir ku nêrînên wî bigihîne navendên siyasî yên Tirkiyê.

Rêberê PKK’ê herî dawî diyar kiriye, ew amade ye bangekê derbarê gihandina nêrînên xwe belav bike.

Dewran Mehmûd

29/12/2024