Navçeyên HSD'ê weke navçeyên stratîjîk ên bilind tên nasîn
Navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tên rêvebirin weke navçeyên girîng tên naskirin ji ber ku petrol û gaz tê de heye û HSD jî wan navçeyan kontrol dike.
Piştî bi dawî hatina desthilata Esed, çarenivîsa Rêveberiya Xweser bûye mijara germ a Sûriye û cîhanê.
Navçeyên jêr destê HSD'ê bi çavkaniyên stratîjîk ên aboriya Sûriyê tên naskirin, ji ber ku hejmarek zêde ji zeviyên petrolê û gazê lê hene.
Piştî bi dawî hatina desthilata Esed, çarenivîsa Rêveberiya Xweser bûye mijara germ a Sûriye û Cîhanê.
Navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser tên rêvebirin bi navçeyên girîng tên naskirin ji ber ku petrol û gaz tê de heye û HSD jî wan navçeyan kontrol dike.
Di şerê DAIŞê de, rûberê desthilatdariya HSDê berfirehtir bû û navçeyên bakurê Heseke, Kobanê û Reqa heya başûrê Dêrazorê li xwe digire.
Yek li ser sê ya rûberên sînorî yên navbera Rojavayê Kurdistanê û Iraq di destê HSDê de ye ku ji navçeya Eyin Dîwer a bakurê Hesekê dest pê dike heta navçeya Baxozê li başurê rojhilatê Dêrazorê ku dugehe zêdetirî 460 kîlometreyan.
Li aliyê Tirkiyê jî, ji Eyin Dîwerê jî heya derdora bajarê Minbicê, rûberê 420 kîlometreayn di destê HSDê deye.
GIRÎNGIYA ERDNÎGARÎ YA NAVÇEYÊN RÊVEBERIYA XWESER
- 1/3 ya rûberên sînorî yên navbera Rojavayê Kurdistanê û Iraq ji aliyê Sûriyê di destê HSDê de ye
- Ji navçeya Eyin Dîwer a bakurê Hesekê dest pê dike heta navçeya Baxozê li başurê rojhilatê Dêrazorê ku dugehe zêdetirî 460 kîlometreyan
- Li aliyê Tirkiyê ji Eyin Dîwerê jî heya derdora bajarê Minbicê, rûberê 420 kîlometreayn di destê HSDê deye
Ji ber van sedeman, navçeyên HSDê xwedî girîngiyeke siyasî û erdnîgarî ne, ji aliyê ji bo Iraqê di rûbirûna DAIŞê de HSD faktoreke girînge, lê ji bo Tirkiyê cihê gefan e ji ber ku bi beşek ji PKKê dide naskirin.
Herwiha herdu kampên Hol û Roj ku nêzî 40 hezar endamên çekdarên DAIŞê tê de di bin kontrola HSDê de ne, her wiha zêdetirî 10 hezar girtiyên DAIŞê di nava girtîgehên HSDê ku heşt hezar jiwan girtiyên biyanî ji 50 welatên cîhanê ne.
MEZINTIRÎN ZEVIYÊN PETROLÊ DIKEVIN BIN KONTROLA HSD'Ê
Mezintirîn zeviyên petrolê li Sûriyê dikevin navçeyên jêr destê Rêveberiya Xweser, zeviya petrola Siweydiyê ya parêzgeha Hesekê ku dikare di rojekê de 115 hezar bermîlên petrolê berhem bîne, herwiha zeviyên petrolê yên Rimêlan û Omer ku dikarin di navbera 80 bo 90 hezar bermîlan di rojekê de berhem bînin.
Herwiha piraniya yedega petrola Sûriyê ku digehe 2 milyar û 500 milyon bermîlan li navçeyên jêr destê Rêveberiya Xweser e.
Zeviya gaza Konîko ya Dêrezorê jî bi çavkaniyeke girîng tê danîn ku dikare di rojekê de nêzî 13 milyon metreyên sêca yên gaza xwezayî berhem bîne.
ÇAVKANIYÊN XWEZAYÎ DI DESTÊ HSDÊ DE NE
- Zeviya petrola Siweydiyê ya parêzgeha Hesekê ku dikare di rojekê de 115 hezar bermîlên petrolê berhem bîne
- Zeviyên petrolê yên Rimêlan û Omer ku dikarin di navbera 80 bo 90 hezar bermîlan di rojekê de berhem bînin
- Piraniya yedega petrola Sûriyê ku digehe 2 milyar û 500 milyon bermîlan li navçeyên jêr destê Rêveberiya Xweser e
- Zeviya gaza Konîko ya Dêrezorê dikare di rojekê de nêzî 13 milyon metreyên sêca yên gaza xwezayî berhem bîne
Li ser asta çavkaniyên avê û elektirîkê jî, sê bendavên girîng dikevin bin kontrola HSDê de, ew jî bendavên Firat û BAASê li derdora Reqa û bendava Tişrînê li başûrê rojavayê Kobanê, herwiha piraniya şaxên çemê Firatê di nava navçeyên Rêvebriya Xweser de derbas dibin.
Hevdem navçeyên jêr destê Rêveberiya Xweser bi navçeyên girîng ên çandinîyê tên danîn, tenê li sînorê parêzgeha Hesekê sedî 70 ya genimê Sûriyê tê berhemanîn, herwiha li ser asta Sûriyê sedî 40 ya pambo, ceh û peqlemeniyan li wê parêzgehê tên berhem anîn.
NAVÇEYÊN JÊR DESTÊ RÊVEBERIYA XWESER BI NAVÇEYÊN GIRÎNG ÊN ÇANDINÎYÊ TÊN NASKIRIN
Ji ber van hemû faktorên girîng, piştî nemana desthilata Esed, nayê zanîn çarenivîsa Rêvebriya Xweser di çarçoveya Sûriye nû û bi bin desthilata HTŞê de ber bi ku ve diçe, ev di demekê deye Serokê Tikriyê Receb Tayib Erdogan ragihandibû ku divê HSDê çekên xwe radest bikin yan dê bi çekên xwe re bên veşartin, ev yek jî pêşbîniyên qonaxa bê zehmetir kirine.
HSD jî hewl dide bi rêya hevpeymana xwe Amerîkayê, zextê li ser Tirkiyê bike ji bo dîtina çareseriyeke guncayî û destpêkirina gotûbêjên leşkerî, siyasî û kargêrî bi hikûmeta nû ya Sûriyê re.
Tevlîbûna hezaran endamên ewlehî û HSDê di nava artêşa nû ya Sûriyê de kareke pir zehmet dibe û nayê zanîn heya çi ast dê li ser erkên xwe berdewam bikin, tevî vê yekê jî ev zêdetirî 10 salane, yasa û sîstemên taybet li navçeyên jêr desthilata Rêveriya Xweser tên rêvebirin, herwiha sîstema xwendinê jî li wan navçeyan ji xwendina navçeyên jêr destê Dîmeşqê gelekî cuda ye, ev yek jî dê çareserkirina pirsan pir aloz bike bi taybet ager Tikriye liser helwestên xwe rijid bibe.
30/12/2024