Ji bo kongreyeke giştî li Rojavayê Kurdistanê Amedekarî tên kirin

Dewran Mehmûd 08/01/2025

Li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê amadekarî tên kirin ku kongreyeke giştî bi armanca yekxistina xwestekên Kurdan li Sûriyê were li dar xistin.

Sekreterê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) û Endamê Komîteya Amadekar ê kongreyê Nesredîn Îbrahîm ji Kanal 8’ê re ragihand, amadekariyên kongreyê ev demeke tên kirin û wan bi gelek aliyan re hevdîtin kirine.

Nesredîn Îbrahîm diyar kir, ew li gel partiyên herdu aliyên danûstandinên Kurdî û partiyên derveyî wan jî civiyan e û piraniya wan piştgîrî li kongreyê kirine û da diyarkirin, kongre ne girêdayî ti aliyan e.

Li gorî endamên Komîteya Amadekar dê rêjeya kesên serbixwe di kongreyê de %60 be û %40 jî dê ji partî û aliyên siyasî re be.

Nesredîn Îbrahîm da zanîn, wan lijneyeke pêwendiyan pêk aniye da ku Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) tevlî Komîteya Amadekar a Kongreyê bikin û bigihin peymaneke Kurdî û li gorî wê doza Kurd çareser bikin.

Berdevkê ENKS’ê Feysel Yûsif ji Kanal 8’ê re ragihand, heta niha ti agehiyên wan derbarê kongreyê tine ye.

Dewran Mehmûd

08/01/2025