ENKS ji bo KANAL 8'ê: Em li Hewlêrê bi Serok Mesûd Barzanî re civiyan
ENKS'ê ji KANAL 8'ê re ragihand, ew ji bo gotûbêjkirina paşeroja Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê bi Serokê PDKê Mesûd Barzanî re civiyane.
Serokatiya Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro çarşemê, 8’ê Çileyê ji bo gûtbêjkirina rewşa Sûriyê û paşeroja Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê bi Serokê Partiya Demokratîk a Kurdistanê Mesûd Barzanî re civiyan.
Şandeya Serokatiya ENKS’ê ji KANAL 8’ê re ragihand, wan liser vexwendina Serokê PDK’ê Mesûd serdana Hewlêrê kir û civînek li dar xistin.
ENKS diyar dike, wan di civînê de nêrînên xwe li ser geşedanên herêmî û navdewletî bi taybetî rewşa Sûriyê piştî ketina rejîma Sûriyê pevguhertin.
Li gor danezana civînê, tekezî li ser giringiya beşdariya gelê Kurd di avakirina paşeroja welat de hate kirin û tekez li ser pêwîstiya yekrêzî û lihevkirina li ser nêrîneke hevpar a Kurdî li ser mafên gelê Kurd û têkeliyên navbera hêzên curbicur yên niştimanî û rêveberiya niha ya Sûriyê hate kirin.
Li gorî danezanê, herî dawî şandeya vexwendî spasî û pêzanînên xwe nîşanî Mesûd Barzanî dane ji bo piştgirîkirina gelê Sûriyê û piştevaniya berdewam ji bo doza kurd li Sûriyê û xemxwariya xwe ji bona yekrêziya aliyên kurdî anî ziman û tekezî li ser giringiya civînên bi vî rengî kir.
08/01/2025