Partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê li Brûkselê civiyan
Bi armanca dahûrandin û şîrovekirina rewşa Rojhilatê Kurdistanê di çarçoveya rewşên nû yên ku li Rojhilata Navîn diqewimin, bi pêşengtiya KNK'ê piraniya partî û rêxistinên ku ji bo Rojhilatê Kurdistanê kar û xebatên siyasî dimeşînin, li Brukselê kom bûn.
Endamê Desteya Rêveber a Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Refîq Xefûr ji KANAL 8’ê re ragihand ku civîn di encama biryara ku li civîna di sedsaliya Peymana Lozan'ê ya 2023'yan de hatibû wergirtin ku Şêwra Netewî ji bo her çar perçeyên Kurdistanê were lidar xistin, pêk hat.
Endamê Desteya Rêveber a KNK'ê Refîq Xefûr ji KANAL 8’ê re da zanîn, piraniya partî û rêxistinên ku ji bo Rojhilatê Kurdistanê kar dikin tevlî civînê bûne û nirxandinên civînê taybet li ser mijarên hevpar bûne.
Her wiha Refîq Xefûr da diyarkirin, di civînê de biryar hatiye girtin ku li ser navê tevahî partî û rêxistinên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ji bo şermezarkirina biryara darvekirina girtiyên siyasî Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî bang were kirin ku li Rojhilatê Kurdistanê greveke giştî were lidarxistin.
Xefûr da zanîn, di encama vê civînê de komîteyeke amadekar wê were hilbijartin ku nûnerên her partiyê di nav de hebe û di dema pêş de amadekarî ji bo Şêwra Neteweyî ya Rojhilatê Kurdisanê bike û ew Şêwra Rojhilatê Kurdistanê jî beriya Newrozê were lidarxistin.
Li ser navê tevayî partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê komîsyonek hate avakirin ku ji jer saziyek nûnerê xwe di nav de hebe.
Encamnameya Civîna Komîteya Amadekar ya Şêwira Rojhilatê Kurdistanê wiha ye:
Bi armanc komkirina şêwireke neteweyi ji bo Rojhilatê Kurdistanê, li ser banga insiyatîfa Konferansa Lozanê û bi hevkarîya KNK'ê, nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên rojhilata Kurdistanê û komek ji kesayetên serbixwe, roja 18-01-2025'an li Brukselê, li avahiya navendî ya KNK'ê kom bûn.
Di civînê de destpêkê rewşa siyasî bi berfirehî hate nirxandin. Di nirxandina rewşa siyasî de, rewşa girtîyên siyasî yên li Îranê, taybetî jî rewşa biryarên darvekirina Pexşan Ezîzî û Werîşe Moradî bi awayeke taybet hate destgirtin. Biryar hate stendin ku li ser biryarên darvekirinê yên seranserê Îranê, helwest bê nîşandan û bang li hemî partî û rêxistênên siyasî yên rojhilata Kurdistanê bê kirin ku bi hev re helwest bigrin û banga grevekî giştî bikin. Li ser vê mijarê ji bo têkilî bi partiyan bê avakirin, du endamên komîteyê hatin erkdarkirin.
Pişt re komîteya amadekar a şêwirê hate destnîşankirin û plansazî hate derxistin. Weke prensîb biryar hate stendin ku her partî û rêxistin di komîteyê de bêne temsîlkirin û hinek kesayetên serbixwe jî di komîteyê de cihê xwe bigrin. Hate xwestin di komîteyê da rêjeya jinan were zêdekirin.
Partî û rêxistinên tevlî civînê bûne bi vî awayî ne:
- Bizûtneweyî serbixwexwazanî Kurdistan
- Hizbî Demokratî Kurdistanî Îran
- Hizbî Komûnîstî Îran - Rêxirawî Kurdistan - komele
- KJAR
- Komeleyî Şoreşgerî Zehmetkêşanî Kurdistan
- Komeleyî Zehmetkêşanî Kurdistan
- PAK
- PJAK
- Sazûmanî xebatî Kurdistan
Deriyê komîteyê ji tevahî partî û sazîyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê re vekirî ye.
Di encamê de biryar hate stendin ku demeke nêzîk de, Şêwira Neteweyî ya Rojhilata Kurdistanê, li Ewropa bê komkirin.
19/01/2025