3 roj in 6 rojnamevanên Kurd li Tirkiyê di bin çavan de ne
Sê roj in şeş rojnamevanên Kurd ji aliyê hêzên ewlekariya Tirkiyê ve hatin binçavkirin û heta niha îfadeya wan nehatiye wergirtin.
17ê mehê, di çarçoveya doza ku ji aliyê Dozgeriya Giştiya Stenbolê de hatiye vekirin, li bajarên Wan, Mêrsîn û Stenbolê şeş rojnamevanên kurd hatine binçavkirin.
Rojnamevan li bendê ne îfadeya wan were wergirtin, lê heya niha bangî îfadeyê nehatine kirin.
Di çarçoveya heman dozê de, hêzên ewlekariya Stenbolê bi ser du navendên hunerî, medyayî de girtin û alavên nava navenda desteser kirin.
Hevseroka Komeleya Rojnamevanên Dîcle - Firatê (DFG), Dîcle Muftuoglu ji KANAL 8'ê re diyar kir, îro parêzeran rojnamevanên girtî dîtin, lê îro jî îfade li wan nayê wergirtin û got, girtina rojnamevanan sûcek û wernegirtina îfadeyê ji wan jî du caran sûc e.
Li gorî rapora Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyê, di sala bihûrî de li Bakurê kurdistan û Tirkiyê, 14 rojnamevan hatine girtin, 69 hatine binçavkirin û tundî li hember 66 rojnamevanan jî hatiye bikaranîn.
19/01/2025