Silêman Ehmed piştî 454 rojan hate azadkirin

Dewran Mehmûd 20/01/2025

Rojnamevan Silêman Ehmed piştî 454 rojên di bin çavan de ji girtîgeha Duhokê hate azadkirin.

Rojnamevanê Rojnews'ê piştî 454 rojên di bin çavan de, ji girtîgeha Duhokê hate azadkirin. Parêzerê wî, Beşdar Hesen ji KANAL 8'ê re ragihand, Silêman Ehmed bi dilxwazî ji Rojavayê Kurdistanê re hate vegerandin û ji Rêveberiya Asayişa Duhokê xwestiye, "Dixwazim di serî de dayika xwe bibînim."

Silêman Ehmed berê li gorî madeya 1. a yasaya hejmar 21'ê sala 2023'an a Parlementoya Kurdistanê cezaya girtinê jê re hate derxistin.

Tê zanîn, Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêxmqsûd a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, li gorî ANHA'yê, Silêman ji aliyê asayişê ve hat revandin û piştî heft mehan parêzeran karîn hevdîtinê li gel de bikin. Di 29’ê Tîrmeha 2024’an de Dadgeha Dihokê 3 sal cezayê girtîgehê li Silêman Ehmed birîbû.

Dewran Mehmûd

20/01/2025