Di xwepêşandana li dijî qeyûm de 7 kes hatin girtin

Dewran Mehmûd 20/01/2025

7 kesên ku di xwepêşandanên li dijî tayînkirina qeyûm li Şaredariya Akdenîza Mêrsînê de hatibûn binçavkirin bi hinceta “Tevî ku ne endamên rêxistinê ne, li ser navê rêxistinê çalakî pêk anîne” ve hatin girtin.

Li Mêrsînê di çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm li Şaredariya Akdenîzê de gelek kes hatin binçavkirin û 7 kes sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Mêrsînê hatin kirin.

Hêjayî gotinê ye ku Hevserokên Şaredariya Akdenîz a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Aslan ku di 10’ê Çileyê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin û 13’ê Çileyê de hatibûn girtin. Piştî girtina wan, Wezareta Navxwe ya Tirkiyê jî qeymeqamê Akdenîzê Zeyît Şener wekî qeyûm tayinî şaredariyê kiribû.

Bi pêşengtiya Parlementerên Partiya Wekhevî û Demokratîk a Gelan (Partiya DEM) li dijî biryara qeyûm meşek hate lidarxistin û bi dehan kes hatibûn binçavkirin.

Xwepêşandana bi pêşengtiya Parlementerên Partiya DEM’ê û xelkê li ber deriyê Şaredariya Akdenîzê di roja 7’an de berdewam dike.

Dewran Mehmûd

20/01/2025