Di ser avabûna Komara Kurdistanê ya Mehabadê re 79 sal derbas bûn

Kanal8 22/01/2025

Komara Kurdistanê ya Mehabadê beriya 79 salan ava bû û Qazî Mihemed li Qada Çarçirayê sond xwar û bû serokê komarê. Lê hebûna komarê salekê jî berdewam nekir û di 31'ê Adarê de Qazî Mihemed li Qada Çarçirayê bidarvekirin û dawî li komarê anîn.

Beriya Şerê Cîhanê yê Yekem têkiliyên dostanî û hevkariyê di nabera Almanya û Îranê de hebûn, lewma wê demê dewletên hevpeymanê guman dikir ku Îran dê di şer de piştgiriya Almanyayê bike. Jixwe armanca sereke ya dewletên hevpeymanê jî ew bû ku xwe bigihînin çavkaniyên petrolê yên welatên Ereb, Kurdistan, Îran û Azerbeycanê. Di sala 1941’an de Brîtanyayê herêmên sînorên rojavayê Îranê kirine bin kontrola xwe û zext li desthilatdarê Îranê Şah Riza kir ku dest ji desthilatê berde, piştî wê Brîtanya li Kirmaşanê bi cih bû. Yekitiya Sovyetê jî herêmên bakur û rojavayê Azerbeycanê kirine bin kontrola xwe.

GEŞBÛNA DAXWAZÊN SIYASÎ YÊN KURDAN

Gelê Kurd ku di tu pêvajoyên dîrokê de, dest ji têkoşîna bidestxistina mafên xwe bernedabû, hewl da ku ji van geşedanên li herêmê sûdê wergire. Lewma gelê Kurd daxwaza hin mafên siyasî yên mîna bi azadî kar û barên xwe bi rê ve bibin û dibistanên xwe vekin, kirin

Pêşengên Kurdan hewl dan ku xwe nêzî Brîtanyayê bikin ji bo mafên xwe yên siyasî bistînin, lê Brîtanya xwe da aliyê hikumeta Îranê û mafên Kurdan nepejirandin. Lewma Kurd neçar man ku berê xwe bidin Yekitiya Sovyetê. Sovyet jî derbarê mafên Kurdan dudil bû, lê ji ber hin sedemên siyasî Yekitiya Sovyetê ji pêşengên Kurdan re got ew piştgiriya mafên Kurdan dikin ku çarenivîsa xwe bi xwe pêk bînin.

RAGIHANDINA KOMARA KURDISTANÊ

Roja 22’ê meha Çileya sala 1946’an li Qada Çarçira ya bajarê Mehabadê, Qazî Mihemed  avabûna Komara Kurdistanê ya Mehabadê ragihand. Di şahiya ragihandinê de hejmareke mezin welatî, serokên eşîran û oldarên Kurd beşdar bûn û cara yekemîn ala Kurdî hate hildan. Nûnerên tevahî êl û eşîran hatin hilbijartin û Qazî Mihemed bû serokê Komara Mehabadê.

Li navenda bajarê Mehabadê Qazî Mihemed axaftinek kir û got, “Gelê Kurd neteweyek e ku welatê wî hatiye dagirkirin û parçekirin, mafên wî jê hatine stendin û doza wî nehatiye çareserkirin. Kurd îro ji xewê şiyar bûne, dostên wan ên bi hêz hene. Di vê kêliyê de va ye komareke otonom hatiye avakirin. Komar ne ji bo parçebûnê ye, lê ji bo ku siyasetên Tehranê y

ên li dijî gelê Kurd bêne rawestandin e.”

DESTKEFTIYÊN KOMARÊ

Di pêvajoya temenê komarê de ku salek derbas nekir, destkeftiyên dîrokî di milê siyasî, çandî, rêveberî û leşkerî de pêk anîn:

  • Hêzên pêşmergeyan ava kirin.
  • Cara yekem ala Kurdî hate hildan. Ala kurdî ji sê rengan sor, spî û kesk pêk dihat, di nîv wê de jî sembola komarê hebû, sembol jî ji pênûs û du sinbilên genim pêk dihat. Pênûs nîşana guhdana zanist çandê ye, sinbilê genim jî nîşana kar û geşedanê ye. Nîşana rojê jî ku li ser alê hebû, sembola azadiyê bû.
  • Di hêla çandî û zanistî de geşedanên mezin pêk hatin, hejmareke zêde rojname û kovar hatin çapkirin, weşanxane hatin avakirin û Çapxaneya Kurdistanê jî hate avakirin.
  • Dezgeha radyo û sînemaya gerok hatin avakirin.
  • Sirûda neteweyî ya komarê hate nivîsîn.
  • Beşdariya jinan bihêz bû, cara pêşîn yekitiya jinan li Komara Mehabadê hate damezirandin.
  • Dibistan hatin vekirin û zimanê kurdî bû zimanî fermî, her wiha ji bo nifşên mezin dibistanên danê êvarê hatin vekirin.
  • Pêşxistina hunera şanogeriyê.

YEKÎTIYA SOVYETÊ PIŞTA XWE DA GELÊ KURD

Tevî ku Yekitiya Sovyetê wek alîgirê yekem ê tevgerên rizgariya neteweyî yên sedsala 20’an bû, her wiha tevî ku Sovyetan soz dabû Kurdan ku piştgiriya mafên wan ê çarenivîsê bikin, lê sozê xwe pêk neanîn.

Wê demê pirsgirêka Sovyetan ê yekem ew bû ku xwe bigihînin petrola herêmên bakurê Îranê bû û ew pirsgirêka wan, dema ku balyozê Yekitiya Sovyetê li Tehranê û Serokwezîrê Îranê “Qewam El-Seltene” di 4’ê Nîsana 1946’an de peymana derbarê petrolê de îmze kir, çareser bû. Her wiha peyman ji aliyê Parlementoya Îranê ve hate erêkirin.

Piştî ku Sovyetan armancên xwe pêk anîn, biyar dan ku hêzên xwe ji Îranê vekişînin. Di Gulana sala 1946’an de dest bi vekişîna hêzên xwe kir û Kurd li pêşberî hêzên Îranê bi tenê hiştin û gelê Kurd careke din bû qurbaniya berjewendiyên navdewletî.

Piştî ku Sovyetan hêzên xwe ji Îranê vekişandin, tenê du rê li pêşiya pêşengên Kurdan mabûn; Yan dê li ber xwe bidin yan dê xwe radest bikin.

Serokê Komara Kurdistanê ya Mehabadê Qazî Mihemed û çend pêşengan biryara berxwedanê dan û xwest in li dijî hêzên Îranê şer bikin, lê hin pêşengên din xwe paşve kişand in û xwe radest kirin.

Roja 31’ê Adara 1947'an Serokê Komara Kurdistanê ya Mehabadê Qazî Mihemed û her du birayên wî Sêf û Sedir, li Qada Çarçirayê ya Mehabadê hatin bidarvekirin.

Kanal8

22/01/2025