Bijîşkên Bêsînor derbarê êrîşên li bendava Tişrînê daxuyanî da
Kanal8 23/01/2025
Rêxistina Bijîşkên Bêsînor bi daxuyaniyekê dilgiraniya xwe li hemberî êrîşên li ser bendava Tişrînê û armancgirtina tendirustkaran anî ziman.
Rêxistina Bijîşkên Bêsînor li ser rûpela xwe ya Facebook’ê da zanîn, zêdebûna şer û pevçûnan li bendava Tişrînê û gundewarên Minbicê cihê dilgiraniyê ye û divê aliyên şer li Bendava Tişrînê sivîl û tendirustkaran biparêzin.
Bijîşkên Bêsînor dest nîşan kir, hin rapor hene ku li bendava Tişrînê ambulans û tendirustkar hatine armancgirtin û hin karmendan jiyana xwe ji dest daye.
Her wiha diyar kir, ev êriş hewldanên xebatên alîkariyên mirovî yên jiyana gelek sivîlan li Bakur û Rojhilata Sûriyê rizgar dike, radiwestîne.
Di dawîyê de Bijîşkên Bêsînor diyar kir, divê hemû aliyên şer li derdora Bendava Tişrînê li gorî pîvan û zagonên navdewletî sivîl û tendirustkaran biparêzin.
Kanal8
23/01/2025