Rêveberiya Xweser însiyatîfekê ji bo vegera Sûriyên Kampa Holê radigihîne û daxwaza vegera penaberên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dike

Kanal8 23/01/2025

Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand, dê derî li ber vegera Sûriyên Kampa Holê werin vekirin ji bo ku bi dilxwazî vegerin ser warê xwe.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê însiyatîfeke nû ji bo vegera bi dilxwazî ya penaberên Sûrî yên li Kampa Holê ji bo ser warên xwe ragihand û tekezî li ser pêbendbûna xwe bi misogerkirina hêsankariyên pêdivî ji bo wê pêvajoyê kir. Her wiha bang li garantiyên navdewletî kir da ku kesên ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi darê zorê hatine koçberkirin, di nava guhertinên li Sûriyê çêdibin bi ewlehî vegerin malên xwe.

Rêveberiya Xweser ji bo vegera penaberên Holê însiyatîfek da destpêkirin û daxwaza vegera penaberên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dike.

Îro Pêncşemê 23'ê Çileyê, Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Ofîsa Karûbarên Koçber û Penaberan derbarê vegera bi dilxwazî ​​ya şêniyên kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Kampa Holê ya Hesekê daxuyaniyek ji raya giştî re ragihandin.

Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê Berpirsê Ofîsa Karûbarên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed û bi zimanê Erebî ji aliyê Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî û Karkeran a Rêveberiya Xweser Meryem Îbrahîm ve hate xwendin.

Rêveberiyê di daxuyaniyê tekez kir, bi ketina rêjîma Esed di 8ê Kanûnê de, Sûriye derbasî qonaxeke nû bû, û hin mijarên mirovî dest pê kirin, û ji wan mijarên ku barekî giran li ser milên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk dianî, pirsgirêka koçber û penaberan bû.

Di daxuyaniyê de her wiha gotin: Îro ku welat derbasî qonaxeke nû dibe, em radigihînin ku em rê didin welatiyên Sûriyê yên li kampa Holê bi dilxwazî vegerin ser warên xwe.

Daxuyaniyê bal kişand ser wê yekê, ev biryar di demeke berê de hatibû girtin û di 5`ê Cotmeha 2020'an me biryar da ku rê li pêşiya vegera wan vekin. Piştre wiha domand: Lê malbatên ku li Kampa Holê dimînin ji ber hebûna rejîma Esed ditirsiyan vegerin û bi hilweşandina rejîmê re êdî ti sedemên tirsê û mayîna wan li kampê nemaye û em ê ji aliyê xwe ve hemû derfetan bidin û vegera malbatên ku dixwazin vegerin, bi awayekî ewle, pêşkêş bikin.

Rêveberiyê bang li rêxistinên navdewletî yên pêwendîdar ên karûbarên mirovî dikin ku alîkariya welatiyên Sûrî ku ji ber şerê li welat koçberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne, bike û niha di kampên El-Erîşe, El-Mehmûdilî, Tiwêhîniye û Ebû Xeşeb de, dimînin.

Her wiha Rêveberiyê bang li NY û civaka navdewletî kir helwesteke xurt li hember doza koçberên ji Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê nîşan bide û ew jî ji bo bi awayekî ewle vegerin herêmên xwe û ev jî bi garantiya navneteweyî ku wan biparêze û vegera wan bi ewle be.

Desteya Karûbarên Civakî her dawî ev yek got: Em di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hê jî erkên xwe yên mirovî û exlaqî li hember dosyaya koçber û penaberan didomînin û teqeziyê li ser vegera dildarî û ewle bi garantiya navneteweyî û pedyakirina parastina ewle ji wan re, dikin.

Kanal8

23/01/2025