TAYBET: 40 DAIŞ'iyên Iraqî ji Kampa Holê reviyan

Dewran Mehmûd 23/01/2025
Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv

Çavkaniyekî taybet ji KANAL 8'ê re eşkere kir, di meha çûyî de 260 DAIŞ'iyên Iraqî hewildana revê ji Kampa Holê kirin, 40 kes karîn birevin cihekî nediyar û 240 kes jî hatin girtin.

Çavkaniyekî taybet ji KANAL 8’ê re ragihand, dawiya meha bihûrî 260 DAIŞ’iyên Iraqî hewl dan ji Kampa Holê ya Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê birevin. Di wê hewlê de, 40 DAIŞ’iyên Iraqî karîn ji kampê derkevin û ber bi cihekî nediyar ve biçin, û 220 kesên mayî jî hatin girtin.

Îro jî, 23'ê Çileya 2025'an, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê însiyatîfeke nû ji bo vegera bi dilxwazî ya penaberên Sûrî yên li Kampa Holê ji bo ser warên xwe ragihand û tekezî li ser pêbendbûna xwe bi misogerkirina hêsankariyên pêdivî ji bo wê pêvajoyê kir.

Dewran Mehmûd

23/01/2025