ENKS ji bo KANAL 8’ê: Nûçeya vekişîna çekdaran ji Efrînê ne rast e

Dewran Mehmûd 27/01/2025

Serokê Ofîsa ENKS’ê yê Efrînê rastiya nûçeya derbarê vekişîna komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ji Efrînê red kir û got, Azar Osman ne endamê me ye.

Serokê Ofîsa Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) yê Efrînê Ehmed Hesen ji KANAL8’ê re eşkere kir, Azad Osman ne endamê ENKS’ê ye û heta niha ti kes derbarê vê yekê bi wan re neaxiviye.

Beriya çend demjimêran Azad Osman qaşo di bin navê ENKS’ê de ji çapemeniyê re axiviye û gotibû, “Dê ji destpêka meha bêyî ve komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ji bajarê Efrînê vekişin.”

Serokê Ofîsa ENKS’Ê yê Efrînê Ehmed Hesen her wiha da zanîn, heta niha ti liv û tevgerên komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ji bo vekişîna ji bajarê Efrînê çênebûye û ti guhertin li ser erdê dernekitine.

Azad Osman ji çapemeniyê re ev yek jî gotibû, “Bi hezaran Erebên ku hatibûn bicihkirin vegeriyane û malên Kurdan vala kirine lê komên çekdar malên wan dagir dikin. Polîsên herêmî yên Efrînê amareke nû da me û ew dibêjin 71 hezar Kurd vegeriyane lê ne diyar e bê çend malbat in.” Lê heta niha ti nûçe û daneyên fermî derbarê van biryar û bûyeran nînin.

Dewran Mehmûd

27/01/2025