Rêveberiya Xweser: Divê dewleta Tirkiyê bê darizandin
Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bang li civaka navdewletî û Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku êrîşa Tirkiyê li ser xelkê sivîl rawestînin û got, “Divê dewleta Tirkiyê were darizandin.”
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê êrîşa komên çekdar û Artêşa Tirkiyê li ser xelkê sivîl daxuyaniyek weşand.
Rêveberiya Xweser êrişa ser navçeya Sirînê ya başûrê Kobanê weke tawana şer bi nav kir ku di encamê de 12 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 13 jî birîndar bûn.
Her wiha Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bang li civaka navdewletî û Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku tedbîrên tund li dijî dewleta Tirkiyê werbigirin, ji ber komkujiyan li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne.
Rêveberiyê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li Hevpeymaniya Navdewletî jî kir ku bi lezgînî destwerdanê bike û êrişên dewleta Tirkiyê rawestîne.
29/01/2025