PERVÎN BULDAN BI GIRTIYÊN JIN ÊN SIYASÎ RE HEVDÎTIN KIR
Ji Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan li Girtîgeha Sîncanê bi girtiyên jin ên siyasetmedar re hevdîtin kir. Jinan, ji bo çareseriyê banga hestiyariyê li raya giştî kirin.
Ajansa Mezopotamyayê diyar kir, Endama Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEMê) û Parlamentera Wanê Pervîn Buldan li Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê bi Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û girtiyên din re hevdîtin kir.
Di hevdîtinê de agahiyên têkildarî hevdîtina dawî ya li Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hatibû kirin, agahî hatin parvekirin.
Têkildarî pêvajoyê nirxandin hate kirin û li pêşniyarên girtiyên jin hate guhdarîkirin.
Leyla Guven û girtiyên din ên jin, di hevdîtinê de gotin ku ew piştgiriyê didin perspektîfa çareseriyê ya Abdullah Ocalan pêş dixe û dê xwedî li îradeya çareseriyê derkevin. Jinan, ji bo çareseriyê banga hestiyariyê li raya giştî kirin.
31/01/2025