NÛÇEGIHANA KANAL8'Ê: ENKS JI ÎTÎLAFA SÛRIYÊ VEKIŞIYA

Evîn Şêxmûs 07/02/2025


Li gorî agehiyên Nûçegihana KANAL8'ê Encûmena Niştimaniya Kurd a Sûriyê (ENKS) ji îtîlafa Sûriyê vekişiya.

Nûçegihana KANAL8'ê Evîn Şêxmûs ragihand, Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji Îtilafa Sûriyê ya bin sîwana Tirkiyê, vekişiya.

Îtilafa Sûriyê bi sereke ji kom û rêkxistinên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê pêk tê û ji aliyê Tirkiyê ve tê piştgirîkirin.

Îtîlafa Opzîsyona Sûrî, di sala 2012an li Qeterê hat damezrandin û Meleyê Mizgefta Ûmewî, Muaz Xetîb wek yekemîn Serokê wê hat hilbijartin. ENKS jî ji 2013'an ve tevlî Îtilafê bûye.

Me tekezî li ser yek helwest û nêrîna Kurdî kir da ku şandeyeke hevpar a Kurdî ava bibe.

Berdevkê (Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê) ENKS'ê Feysel Yûsif

Berdevkê ENKS'ê Feysel Yûsif li ser hesaba Facebook'a partiyê belav kir: Piştî rejîma Esed hate rûxandin qonaxeke nû dest pê kir, ji ber wê jî em ji îtîlafa Sûriyê vedikişin.

Evîn Şêxmûs

07/02/2025