BULDAN: DEMÎRTAŞ Û MIZRAKLI BI HEMÛ HÊZA XWE PIŞTGIRIYA PÊVAJOYÊ DIKIN
Pervîn Buldan'ê serdana Demîrtaş û Mizraklî kir û piştî vegera ji girtîgehê da zanîn, Demîrtaş û Mizrakli bi hemû hêza xwe piştgîriya pêvakoyê dikin.
Endama Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM)’ê Pervîn Buldan li Girtîgeha Edîrneyê serdana Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahadîn Demîrtaş û Hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Selçûk Mizrakli kir.
Hat diyarkirin ku Pervîn Buldanê derbarê xebatên di mijara çareseriya Pirsgirêka Kurd de agehî dane Demîrtaş û Mizrakli û li nêrîn û pêşniyarên her du siyasetmedaran guhdar kiriye.
Pervîn Buldan piştî ku ji girtîgehê vegeriya, ragihand, Demîrtaş û Mizrakli destnîşan kirin ku bi hemû hêza xwe piştgiriyê li pêvajoyê dikin.
13/02/2025