MAZLÛM ABDÎ EHMED ŞERI’ VEXWEND HERÊMA XWE

Kanal8 18/02/2025

Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mezlûm Ebdî, Serokê Sûriyê ji bo qonaxa veguhastî Ehmed Şer’i vexwand ku serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Her wiha plana Ebdî heye ku serdana Dîmeşqê bike.

Di hevdîtinekê de bi Ajansa Nûçeyan a Nors Presê re, Fermandarê Giştî yê HSD'ê ragihand, ew piştevaniya her hewlekê ji bo bi destxistina ewlehî û yekîtiya nîştimanî dikin. 

Derbarê gotûbêjên navbera HSD'ê û hikûmeta Dîmeşqê, Mezlûm Ebdî diyar kir, hewildanên ji bo amadekirina atmosfereke baş ji bo wan gotûbêjan berdewam in û got, gotûbêjên cidî dê di berjewendiya bilind a nîştimanî de be. 

Ebdî got, xalên wan ên hevpar bi Dîmeşqê re hene û hin xalên din hene ku divê gotûbêj li ser bên kirin, lê tekesî liser wê yekê kir ku HSD girêdayî yekîtiya Sûriyê li ser bingeha wekheviya navbera hemû pêkhateyan e. 

Derbarê serdana ve dawiyê ya Ehmed Şer’i ji bo Efrînê, Mezlûm Ebdî diyar kir, ew serdan destpêşxeriyeke girîng bû, ji bo handana koçberên Efrînê ku vegerin bajarê xwe, her wiha Ebdî, Ehmed Şer’i vexwand ku serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. 

Fermandarê Giştî yê HSDê tekesî li ser wê yekê kir ku deriyê wan ji bo çareseriya nîştimanî vekiriye û plana wî heye ku careke din serdana Dîmeşqê bike. 

Kanal8

18/02/2025