TAYBET: HEJMAREKE JI MALBATÊN DAIŞ'Ê JI KAMPA HOLÊ REVIYAN
Nûçegihana KANAL8'ê ragihand, hejmarek ji endamên malbatên DAIŞ'ê ji Kampa Holê reviyan û beşek ji wan hatin girtin.
Kampa Holê ya ku parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê malbatên DAIŞ'ê di tê de ne, îro beşek ji wan ji kampê reviyan, beşek ji yên reviyane aliyê hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin girtin.
Nûçegihanê diyar kir, îro hejmarek jinên biyanî û malbatên Iraqî û Suriyeyî yên ku malbatên çekdarên DAŞê ne, ji bo cara şeşê hewl dan ji kampê birevin û cara dawî hejmareke ji wan reviyan.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn, hejmarek jinên biyanî careke din girtin û ji bo kampê vegerandin, lê hejmareke ji malbatên Surî û Iraqî reviyan û hîn nehatine girtin.
Nêzî 39 hezar kes ku piraniya endamên malbatên çekdarên DAIŞê ne li kampa Holê hatine nêştecêkirin û bi metirsîdartirîn kampên koçberan li cîhanê hatiye naskiri
21/02/2025