LI ENQEREYÊ HEJMARA KESÊN KU JI ALKOLA SEXTE MIRIN DERKET 65’AN

Sidar Basut 26/02/2025

Di navbera 24'ê Kanûna 2024 û di 25'ê Sibata 2025an de li Stenbolê  hejmara kesên ji ber alkola sexte jiyana xwe ji dest dan derket 70ê, li Enqerê jî derket 65an û 36 kes jî li nexweşxanê tên dermankirin. Li gorî Serokê Bayiyên Tekelê Özgür Aybaş ê, yek ji sedema mirinên yên alkola sexte ji %70 Baca Vexwarinê ya Taybet e û sûcdar jî têgihîştina hukûmetê ye. 

Di demên dawî de li Enqerê mirina ji ber vexwarina alkola sexte zêde bû.

Di navbera 24'ê Kanûna 2024 û di 25'ê Sibata 2025an de li Stenbolê  hejmara kesên ji ber alkola sexte jiyana xwe ji dest dan derket 70ê, li Enqerê jî derket 65an û 36 kes jî li nexweşxanê tên dermankirin.

Di lêpirsînên Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, 30 kes ji ber hilberandin û bazirganiya alkola sexte hatin girtin, 38 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin serbest berdan.

Li gorî Serokê Bayiyên Tekelê rêjeyên baca bilind ên li ser vexwarinên alkolê yên li Tirkiyê bihayê berhemên legal zêde dike. Ev rewş hinek welatiyan ber bi rêyên erzantir û neqanûnî ve dibe.

Berî her tiştî, divê alkol ji cîhê ku dizanin bikirin. Bê guman, bi ya min  sedema bingehîn a vê yekê aborî ye. Ji ber ku ji %60-70ê bac heye. Ji ber vê yekê mirov serî li rêyên neqanûnî didin û dibêjin, şûna ku ez wê bacê bidim ji 2 lîre bidim û erzantir vexwim. Niha bi banderol jî vexwarinên sexte çêdikin. Ji ber vê yekê bila ji cihên pêbawer bikirin. 

Erkan Kara - Xwediyê Bayiyê Tekelê

Bi sedema kêmbûna asta dahatê û lêçûna zêde ya jiyanê welatî  li alternatîfên erzantir digerin. Bihayê alkolê di 5 salên dawî de di navbera ji %400 û ji %550 zêde bû.

Ez her gav alkolê ji supermarketên mezin dikirim. Ez qet ji bazarên piçûk nakirim, ji ber ku neqanûnî ye. Bi dîtina min çêtir e ku venexwim, zerar e. Li  dora min hevalên ku bi qaçaxî alkolê vedixwin hene, lê hemî jehrî dikevin. Di hundurê wan de çi heye ne diyar e. Ji ber vê yekê divê em ji marketên mezin û cihên pêbawer bikirin.

Welatî

Ez orjînal dikirim û vedixwim. Ez tu carî alkolê ku em jê re dibêjin di bin banê venaxwim. Yanî min sal û nîv berê bi kar anî. Min zirareke mezin dît. Min rojekî gelek alkol vexwar. Tebaxa 2023an bû. Ez li malê bi tena serê xwe dijiyam. Şev nêzîkî 02.00’an ji xew şiyar bûm. Nikarîbûm cîhê xwe de bisekinim. Ji jehrê ketim û ez gelekî vereşiyam. Piştî 12 saetan derbas bû, lê ez gelek poşman bûm. 

Welatî

Serokê Bayiyên Tekelê Özgür Aybaş di derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîski belav kir û daxuyaniyê de anî ziman ku yek ji sedema mirinên yên alkola sexte ji %70 Baca Vexwarinê ya Taybet e û sûcdar jî têgihîştina hukûmetê ye.

Sidar Basut

26/02/2025