HSD JI BO KANAL8'Ê: METIRSIYA KOMKUJIYÊ LI SER TAXÊN KURDAN HENE

Dewran Mehmûd 10/03/2025

HSD'ê ji KANAL8'ê re ragihand, metirsiya komkujiyê li ser taxên Kurdan ên Îdlib, Ezaz û Cerablusê heye û komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ketine seferberiyê.

Çavkaniyên nav Hêzên Sûriya Demokratîk-HSD ji Nûçegihana KANAL8’ê re ragihandin, komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê li derdora taxên Kurdan ên Îdlib, Cerablus û Ezazê ketine seferberiyê.

HSD’ê her wiha da zanîn, tirseke zêde heye mîna komkujiya Elewiyên Peravê, komkujî li dijî Kurdan bê destpêkirin.

Doh piştî fitarê jî, komeke çekdar a girêdayî Tirkiyê êrişî otombîleka ku 4 sivîl tê de bûn, li Taxa Şêx Meqsûda Helebê kir û birîndar bûn. HSD’ê ragihand, hêzên wan hewl da birîndaran rabikin nexweşxaneyê, lê rastî kemîneke çekdaran hatin û gulebaran di navbera wan de derket.

Dewran Mehmûd

10/03/2025