DI SER ŞAREDARIYÊN CHP'Ê DE HATE GIRTIN

Kanal8 11/03/2025

Di çarçoveya lêpirsîna li hemberî şaredariyên CHP'ê de, polîsên Tirkiyê avêt ser şaredariyên Sariyer û Şîşlî û 32 kes binçav kirin.

Li gorî medyaya Tirkiyê, li dijî xebatkar û berpirsên şaredariyên CHP’ê li Stenbolê operasyon hate lidarxistin.

Hate zanîn, hêzên ewlekariyê li dijî xebatkarên şaredariyên Şîşlî, Sariyer, Maltepe û Ataşehîrê operasyon pêk anî.

Operasyon bi hinceta “Fînansekirina bi rêya Îhaleyan” hate pêkanîn û medyaya Tirkiyê dibêje, bi ser 34 navnîşandan de hate girtin û 32 kes hatin binçavkirin.

Kanal8

11/03/2025