ÎRO SALVEGERA SERHILDANA QAMIŞLO YE
Îro salvegera serhildana 12'ê Adara 2004'an a li bajarê Qamişlo û Rojavayê Kurdistanê ye. Serhildanê 12'ê Adarê dest pê kir heta 16'ê Adarê berdewam kir.
Roja 12'ê adara 2004'an, serhildanê ji lîstikgeha futbolê ya bajarê Qamişloyê dest pê kir. Heta 16'ê Adarê serhildan li tevahiya herêmên Rojavayê Kurdistanê belav bû.
Piştî 7 rojan, hêzên hikûmeta Sûriyê herêmên Kurdî kontrol kirin. Di encama serhildanê de, 35 kesan jiyana xwe ji dest da. Bi sedan kes birîndar bûn, hin ji wan di encamê de kêmendam bûn. Nêzîka 3000 kes hatin girtin.
Li lîstikgeha futbolê ya bajarê Qamişloyê, roja 12'ê Adara 2004'an lîstika herdu Tîmên Cîhad a Qamişlo û Fitûwe ya Dêrezorê bi rê ve çû. Lê handerên tîma Fitûwe ya mêvan ku bi hezaran jin Dêrezorê hatibûn û li gor ku handerên tîma Cîhad dibêjin, wan bi kevir û çekên piçûk xwe amade kiribûn, dirûşm li dijî Kurdan avêtin û beriya destpêkirina lîstikê êrişî handerên tîma Cîhad a xwediyê malê kirin.
Parêzgerê Hesekê Mihemed Selîm Kebûl li gel hêzeke mezin gihişte nav lîstikgehê. Lê rewş ne tenê li nav lîstikgehê aloz bû, lê belê li pêş lîstikgehê jî, hêzên çekdar ên hikûmeta Sûriyê gule li handerên tîma Cîhad barandin û di encamê de, li heman cihî 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmareke din jî bi giranî birîndar bûn.
Roja 13'ê Adarê, di merasîma veşartina jiyanjidestdayiyan de, hêzên hikûmeta Sûriyê êrişî beşdarên merasîmê kir û hejmareke din jiyanjidestdayî û birîndar çêbûn û li nav bajarê Qamişlo serhildan berfireh bû û sembolên hikûmeta Sûriyê hatin jinavbirin.
Xelkê bajar û bajarokên din ên herêma Cizîrê kom bûbûn da ku biçin Qamişlo û beşdarî merasîma veşartina jiyanjidestdayiyan bibin, lê hêzên hikûmeta Sûriyê rê nedan, lewma li heman bajar û bajarokan xelkê serî hilda.
Di heman rojê de, bi sedan xwendekarên Kurd li zanîngeha Dîmeşqê kom bûn û demjimêr 9ê şevê li qada Emewiyên li naverasta paytextê êrişa hêzên hikûmeta Sûriyê û kuştina sivîlan protesto kirin.
Heta roja 16'ê Adarê, serhildan li tevahiya hersê herêmên Kurd, Cizîre, Kobanê û Efrînê û herwiha li bajarên Sûriyê ku Kurd lê dimînin wekî Heleb û Dîmeşqê belav bû. Di nava şeş rojan de, Kurdên Sûriyê saziyên hikûmeta Sûriyê û Partiya Beis, bi temamî ji bajar û bajarokên xwe vemaliştin.
Hikûmeta Sûriyê bi hezaran leşker ji hêzên taybet û bi tank û helîkopter şandin herêmên Kurd û milîsên xwecihî bi çek kirin û piştî 7 rojan herêmên Kurdî careke din kontrol kirin.
Di encama serhildanê de, 35 kesan jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes birîndar bûn, hin ji wan di encamê de kêmendam bûn. Nêzîka 3000 kes hatin girtin, 60 xwendekarên Kurd ji zanîngehê hatin dûrxistin. Bi sedan kes koçberî Başûrê Kurdistanê bûn. Bi hezaran dikan, mexzen û cihên bazirganî yên Kurdan hatin talankirin.
12/03/2025