TAYBET: HSD Û HIKÛMETA SÛRIYÊ DÊ OPERASYONÊN HEVBEŞ PÊK BÎNIN
Evîn Şêxmûs 12/03/2025
Çavkaniyekî ji HSD'ê ji KANAL8'ê re diyar kir, di rojên bê de dê HSD û Hikûmeta Sûriyê li dijî DAIŞ'ê operasyonên hevbeş pêk bînin.
Di 10'ê Adarê de di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Abdî û Serokomarê qonaxa veguhêz a Sûriyê Ehmed Şeri' de peymaneke ku ji 8 xalan pêk tê, hate îmzekirin.
Piştî ragihandina peymanê, welatên Ewropa û yên Erebî piştgiriya xwe ya ji bo peymanê nîşan dan.
Çavkaniyekî ji HSD'ê ji KANAL8'ê re ragihand, di rojên bê de dê HSD û hêzên hikûmeta Dîmeşqê li dijî DAIŞ'ê dê operasyonên hevbeş li dar bixin.
Her wiha çavkaniyê da zanîn operasyonên hevbeş dê li çolistana di navbera Tedmûr û Dêrazorê de pêk werin.
Evîn Şêxmûs
12/03/2025