CEMÎL BAYIK: DIVÊ DEWLET AGIRBESTÊ RAGIHÎNE
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” tenê ji bo Kurdan nîne û ji bo hemû gelan e û ji bo pêkanîna kongreyê divê dewlet jî agirbestê ragihîne.
Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik di bernameya Stêrk TV de li ser banga Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan, bûyerên piştî vê bangê, peymana di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Abdî û Serokomarê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Ehmed Şeri’ de hatiye îmzekirin, nirxandin kirin.
Bayik di axaftina xwe de agirbestên pêştir ku bi Tirkiyê re hatine kirin bi bîr xist û got, “Divê rêya siyasî û demokrasiye were pêşxistin. Têkoşîna demokratik û siyasî diviyabû bihata pêşxistin. Çareserî li ser vî esasî bihata pêşxistin. Ji ber vê di sala 1993’yan de agirbest îlan kir. Turgut Ozal jî bersiva vê agirbestê da. Pêvajoyeke ku ji bo demokrasî û siyasetê pêş bikeve, pêş diket. Lê belê ev pêvajo hate sabotekirin. Him çeteyên di nav tevgerê de him jî yên dervayî tevgerê û yên dewletê bi hev re nehîştin ku ev pêvajo pêş bikeve. Di dawiyê de jî Turgut Ozal hate tasfiyekirin.”
Her wiha Bayik da zanîn, di tevahiya pêvajoyên çareseriyê de timî hewlên têkdan û xirabkirina pêvajoyê hebûne û wiha pê de çû: Yên ku nedixwestin pirsgirêka Kurd çareser bibe û her tim şer hebe, ku bikaribin ranta pêş bixin mudaxale li ser mudaxaleyan pêş xistin. Di sala 2003, 2005, 2009, 2013 û 2015’an de mudaxele pêşxistin ku tevger nekeve paradîgmaya nû. Ji bo ku tevger xwe li gorî paradîgmaya nû birexistin neke û bila bikaribin qirkirin û tasfiyeyê pêş bixin mudaxele kirin. Rêber Apo jî dev ji vê berneda. Lewre armanca Rêber Apo gelê ku di her şertê de ji bo azadiya xwe têkoşîn dike, pêşxistin bû. Di wir de encam wergirtibû.
Bayik di berdewamiya axaftina xwe de li ser pêknanîna Kongreya PKK’ê û helwesta Tirkiyê wiha got: Madem ku dewleta Tirkiye ev yek xwest, Rêber Apo jî ev bang kir û got kongre kom bibe û qerarê werbigre û tevger û rêveberiya PKK jî bersiva erênî da, wê demê lazim e van şertan pêk bîne. Ku şert pêk bîne wê kongre kom bibe û van qereran pêk bîne. Ev yek jixwe bi eşkere îlan kir. Me hevserokatiyê jî îlan kir, her kesekî vê dizane. Niha di aliyê dewleta Tirkiyeyê de hinek axaftinan dikin, di hinek saziyan, ragihandin û siyasetê de axaftinan dikin. Bi axaftinên ku dikin ku mirov dibîne ku dixwazin aloziyê çêbikin, şelû bikin, mirov vê fêm dike. Ew baweriyê nadin kesî, eger ku di armanca wan de çareserkirina pirsgirêka Kurd heye, dixwazin Tirkiye ji talûkeyê derkeve û bibe Tirkiyekî demokratîk, bibe modelek û rola xwe bilîze, wê demê lazim e dest van axaftinan berdin. Her kesek jî vê dixwaze.
Li ser peymana ku di navbera HSD’ê û Hikûmeta Dîmeşqê de jî wiha got, “Ji niha ve jî tesîra wê li ser Sûriyeyê çêdibe. Vaye em dibînin niha li Sûriye, Bakur û Rojhilatê Sûriye û hikûmeta Şamê tifaqê pêş xist. Ev destpêkek baş e. Ev li ser çi çêbûn, li ser têkoşînê gelê Rojhilatê Bakurê Sûriyeyê çêbû. Bi rastî bi qehremanî şer kirin, têkoşîn kirin. Di encama wê de ev pêş ket. Ji bo vê ez gelê Rojhilat ê Bakurê Sûriye tevahî silav dikim û hurmeta xwe diyar dikim. Ew gavê ku hatî avêtin dixwazin ku têkoşîna ku hinde sala pêş xistî, berdêl û êşen giran jiyan kirî bigihînin astekî nû, dixwazin li ser vî esasî siyasetê demokratîk, neteweyê demokratîk, Sûriyeyekî nû ava bikin. Ji bo vê ev pêngav xizmeta vî dike baş e."
14/03/2025