HAKAN FÎDAN: ME ŞÎRET LI ŞAMÊ KIR MAFÊ KURDAN BIDE

Kanal8 14/03/2025

Hakan Fîdan derbarê serdana xwe ya ji bo paytexta Sûriyê ragihand, şîreta wan a li Şamê ew bû ku mafê Kurdan bide.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan derbarê serdana xwe ya doh a ji bo Şama paytexta Sûriyê ragihand, “Şîreta me ji bo Şamê ew bû mafê Kurdan bide.”

Doh 13’ê Adarê, herdu Wezîrên Derve û Parastinê yên Tirkiyê (Hakan Fîdan) û Yaşar Guler û Serokê Îstixbarata Nîştimanî ya Tirkiyê Îbrahîm Kalin berê xwe dan Şamê û bi Serokomarê Qonaxa Veguhêz Ehmed Şeri’ û Wezîrê Derve Es’ed Şeybanî re civiyan.

Fîdan derbarê ajendaya civînê wiha got, “Divê madeyên Peymana HSD û Şamê werin bicihanîn û em wê dişopînin.”

Derbarê vegera koçberên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fîdan diyar kir, ew hêvîdar in Kurd û Erebên koçber vegerin ser war û milkê xwe.

“BANGA ME EW E MAFÊ TEVAHIYA KURDAN BÊ DAYÎN”

Wezîrê Devre yê Tirkiyê her wiha ragihand, banga wan ew e mafê tevahiya Kurdan li Sûriyê were dayîn.

Fîdan bertek nîşanî Yekîneyên Parastina Gel da û got, “Divê Ereb ji bin dagirkeriya YPG’ê derkevin.”
Derbarê naveroka Peymana navbera HSD û Şamê, Fîdan dibêje, “Me gelek pirs ji Ehmed Şeri’ kirin.” Û ev yek eşkere kir: Şeri’ ji me re got, li gorî peymana ku hatiye kirin, YPG bi temamî tevlî Artêşê nabe.”

Fîdan gotinên xwe wiha bi dawî kir: Desthilata Sûriyê nafikire xweseriyê bide Kurdan.

Kanal8

14/03/2025