BAYIK: PIRSGIRÊK YEKALÎ ÇARESER NABE

Kanal8 16/03/2025

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ragihand, ti pirsgirêk bi gavên yekalî nehatine çareserkirin û serkeftina pêvajoyê girêdayî gavên Tirkiyê ne.

Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik di beşa duyem a peyama xwe ya bi dîmen de ku îro hate weşandin behsa çawaniya çareseriya Pirsgirêka Kurd û pêşketina pêvajoya çareseriyê di navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Dewleta Tirkiyê de kir.

Bayik da zanîn, Eger Tirkiye gavên demokratîkbûnê neavêje û Pirsgirêka Kurd û pirsgirêka demokrasiyê çareser neke, helbet wê Tirkiye zirareke mezin ji vê bibîne. 

Her wiha diyar kir ku eger li Tirkiyê demokratîkbûn pêş bikeve, dest ji siyaseta redkirina kurdan were berdan, gavên çareseriya demokratîk û siyasî ya pirsgirêka kurd werin avêtin, dê ev di berjewendiya her kesî de be.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik her wiha destnîşan kir ku pêwendiya çareseriya pirsgirêka kurd, demokratîkbûna Tirkiyê û Rojhilata Navîn tenê bi Ocalan, PKK’ê û gelê kurd ve nîne, belkû hemû navçe û cîhanê eleqedar dike û divê civaka navdewletî fişarê li Tirkiyê bikin ku gavan bavêje.

Kanal8

16/03/2025