A. TIRKIYÊ LI BEHDÎNANÊ DEST BI VEKIŞÎNÊ KIR
Dewran Mehmûd 26/03/2025
Li gor agehiyên KANAL8'ê, Artêşa Tirkiyê ji doh êvarê ve dest bi vekişîna ji hin navçeyên şer ên Behdînanê kiriye.
Nûçegihanê KANAL8’ê Omran Yûsif ragihand, Artêşa Tirkiyê çend roj in dest bi amadekariyên vekişîna ji xalên leşkerî yên herêmên Geliyê Reşafe, Metîna, Kure Jaro û Zapê kiriye.
Bi gotina şahidên li gundên girêdayî bajarokê Amêdiyê (Sergelê, Guherzê, Bercî, Bilave), çend otombîlên leşkerî yên Artêşa Tirkiyê hatine dîtin ku cihên xwe berdane û vegeriyane.
Artêşa Tirkiyê çend sal berê derbasî nav axa Herêma Kurdistanê bû û niha bi kûrahiya 34 km li Duhokê bi cih bûye.
Dewran Mehmûd
26/03/2025