TAYBET; HSD Û ARTÊŞA TIRKIYÊ AGIRESTÊ RADIGIHÎNIN
Çavakniyeke taybet ji KANAL8'ê re ragihand, HSD û Artêşa Tirkiyê di danûstendina agirbestê de ne. Hevpeymaniya Navdewletî serperiştiya civînan dike.
Çavkaniyeke taybet ji KANAL8'ê re ragihand, Hêzên Sûriya Demokratîk-HSD û Artêşa Tirkiyê di danûstendina agirbestê de ne.
Evîn Şêxmûs ji zardevê çavkaniyeke taybet ve ragihand, HSD û Artêşa Tirkiyê bi serperiştiya Hevpeymaniya Navdewletî di civînê de ne ji bo ragihandina agirbestê.
Çavkaniyê her wiha eşkere kir, heta niha gavên serkeftî hene di danûstendina agirbestê de.
Artêşa Tirkiyê û komên girêdayî, zêdetirî 3 meh in piştî kontrolkirina Minbic û Şehbayê, her roj êrişî Bendava Tişrînê û Pira Qereqozakê dikin. Meha Kanûnê agirbesta Minbicê bi navbeynkariya Amerîkayê hate ragihandin, lê Tirkiyê her zû agirbest binpê kir.
29/03/2025