EVÎN LI HELEBÊ YE: HÊZÊN LEŞKERÎ DÊ ÎRO JI ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ VEKIŞIN

Evîn Şêxmûs 04/04/2025

Di çarçoveya peymana di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û desthilata Şamê de, hêzên leşkerî dê tevî çekên xwe ji her du taxan vekişin.

1’ê Nîsanê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û desthilata Şamê li ser rewşa her du taxan peymanek ji 14 bendan îmze kiribû.

Di çarçoveya peymanê de duh (Pêncşem) benda serbestberdana girtiyên her du aliyan pêk hat û 146 dîlgirtiyên Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û 97 kesên girêdayî desthilata Şamê hatin berdan.

Îro jî dê benda 6’an a derbarê vekişandina hêzên leşkerî ji her du taxan ber bi herêma rojhilatê Firatê ve bikeve meriyetê û hêzên leşkerî ji her du taxan vekişin.

Evîn Şêxmûs

04/04/2025