PIŞTÎ 4 MEHAN JI ŞER, ELEKTIRÎKA 24-DEMJIMÊRÎ VEGERIYA KOBANÊ

Dewran Mehmûd 11/04/2025

Piştî çar mehan ji qutbûna elektirîk gihişte navçeya Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê. Li gorî agahiyên Kanal8’ê bi dest xistine dê lihevkirinek derbarê bendava Tişrînê were ragihand.

Nûçegihanê KANAL8’ê li ser Bendava Tişrînê Delîl Remedan, ragihand, elektirîk ji bendava Tişrînê gihişte bajarê Kobanê û gundên girêdayî wê.

Li gorî agahiyên me bi dest xistine, dê heta heftiyekê elektirîk 24 demjimêran hebe, piştre dê lêkolîn were kirin ka karîna bendavê çiqase ye.

Lê ji ber ziyanên gihiştine kablo, stûn û transan elektirîk nagihe hejmarek ji gundan.

Ji ber êrîşên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê elektirîka bendava Tirşrînê li ser Kobanê qut bibû û heta niha li ser navçeyên weke Sirîn, Eyn Îsa û Minbicê qut e.

Li gorî agahiyên Kanal8’ê bi dest xistine, dê demek gelek nêz lihevkirinek bi Dîmeşqê re derbarê bendava Tişrînê were ragihand.

Dewran Mehmûd

11/04/2025