ROJAVAYÊ KURDISTANÊ ALÎKARÎ JI BO BERAVA SÛRIYÊ ŞANDIN
Kanal8 11/04/2025
Karwanekî din ê alîkariyan ku tê de bi hezaran selikên madeyên xwarinê hene ji Rojavayê Kurdistanê berê xwe da navçeyên berava Sûriyê.
Heyva Sor a Kurd ragihand, ew karwanê duyem yê alîkariyan ji Rojavayê Kurdistanê dişînin navçeyên berava Sûriyê ku ji 6 adarê ve binpêkirin ji aliyê çekdarên Ehmed Şer’i ve lê pêk tên.
Li gorî Heyva Sor 14 hezar selikên madyên xwarinê û bi tonan ji ardê nan di karwanê de hene.
17 adarê jî Heyva Sor ya Kurd 10 hezar selikên madeyên xwarinê şandibûn navçeyên beravê.
Kanal8
11/04/2025