CIVÎNA DI NAVBERA NÊÇÎRVAN BARZANÎ Û EHMED ŞERI' DE DEST PÊ KIR

Kanal8 11/04/2025

Civîna di navbera Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Ehmed Şeri' dest pê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro tevlî 4'emîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê bû.

Danê êvarê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan civiyan û piştî civîna wan Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê civînê daxuyaniyek belav kir û da zanîn herdu aliyan li ser geşepêdana Herêma Kurdistanê û pêvajoya aştiyê ya Tirkiyê axivîne.

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokomarê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Ehmed Şeri' di kêliyên niha de bi hev re di civînê de ne.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Serokomarê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ji roja ku desthilata Esed ketiye vir ve, serdana wî ya duyem e ji bo Tirkiyê.

Kanal8

11/04/2025