ROJNAMEVANÊN HER 4 PARÇEYAN LI BELCÎKAYÊ HATIN CEM HEV

Dewran Mehmûd 19/04/2025

Ji bo gotûbêjkirina paşeroja çapemeniya Kurdî, rojnamevanên her 4 parçeyên Kurdistanê û diyasporayê di bin navê Însiyatîfa Rojnamevanên Kurd de li Brukselê hatin cem hev.

Îro 19’ê Nîsana 2025’an, rojnamevanên Kurd ji bo gotûbêjkirina paşeroja çapemeniya Kurdî û analîzekirina astengiyên li pêşiya wê, di bin navê Însiyatîfa Rojnamevanên Kurd de li Bruksela paytexta Belcîkayê hatin cem hev. Di civînê de xebatkarên gelek saziyên çapemeniyê yên Kurd amade bûn û nêrîna xwe gotin.

Di destpêka konferansê de, her yek ji rojnamevanên navdar Amed Dîcle, Niyaz Abdullah û Dilêr Akreyî wek endamên dîwanê hatin destnîşankirin.

Rewşa medyaya Kurdî, pirsgirêk, firsend, aliyên erênî û neyinî: Çapemaniya Kurdî çi qas dibe bersiva pêwistiyên neteweyî û civakî? ji mijarên sereke yên civînê bûn û ji aliyê endamên dîwan û beşdarên konferansê ve hatin gotûbêjkirin.

Konferans ji 11:00 heta 17:00 domand, di berdewamiya konferansê de rojnamevanên tevlî konferansê bibûn, nêrînên xwe derbarê mijarên Êriş û astengiyên li hemberî çapemeniya Kurdî û pêwistiyên wê û mafên sivîl ên rojnamevanên Kurd çawa wê bên parastin anîn ziman.

Tê payîn sibê 20’ê Nîsanê, biryar li ser sazîbûyîna însiyatîfê û avakirina komele yan jî platformekê were dayîn.

Dewran Mehmûd

19/04/2025