METIRSIYA LI SER JIYANA ONDER BERDEWAM DIKE
Bijîşkên endamê Şandeya Îmralî û Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder derbarê rewşa wî ya tendirustiyê daxuyanî dan û dan diyarkirin ku metirsiya li ser jiyana Onder pir zêde ye.
Dermankirina endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Parlamentoya Tirkiyê Sirri Sureyya Onderê ku di 15’ê mehê de krîza dil lê dabû berdewam dike.
Onder li nexweşxaneya Florence Nightingalê ya Stenbolê di beşa lênîrîna giran de ye.
Bijîşkên Onder, derbarê rewşa wî ya dawî daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku, îro roja şeşan e ku Onder di beşa lênêrîna giran de dimîne. Metirsiya li ser jiyana wî hîn jî didome.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bijîşkan roja şemiyê bi emeliyatê ve singê Onder vekirine û di hundir de rastî ti enfeksîyonê nehatine.
Daxuyaniyê de hate eşkerekirin ku doh, ji cihên dûrîna emeliyatê xwîn hatiye. Herçiqas cihên ku ji xwîn hatine hatibin kontrolkirin û dûrîtin jî başbûna Onder li gorî pêşbîniya bijîşkan pêş nakeve.
21/04/2025