KOÇYÎGÎT: DIVÊ PÊŞIYA BERDANA GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊ VEKIRIN

Kanal8 24/04/2025

Şandeya DEM Partiyê bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyê re civiya û piştî civînê daxuyaniyek da û da zanîn guhertina şert û mercên Ocalan û rewşa girtiyên nexweş rojevên sereke bûne.

Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, li avahiya Wezareta Dadê ya Tirkiyê hevdîtin kirin. Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî û Cîgirê Hevserokên Giştî û Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan di hevdîtinê de cih girtin.

Hevdîtina di navbera herdu aliyan de nêzîkî du demjimêran berdewam kir.

Piştî civînê li ser navê Şandeya DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît axivî da diyarkirin ku sernava gotubêja wan şert û mercên xebat û tendirustiyê yên Ocalan bûne.

Koçyîgît da diyarkirin, ji bo pêvajo bigihe encamê divê ev şert û mercên Ocalan demildest bên başkirin û eşkere kir ku dibe di demên pêş de hin geşedanên berçav rû bidin.

Her wiha Koçyîgîtê da zanîn bal kişandine li ser wê ku divê ji derveyî şandeya Îmraliyê şandeyên din jî herin Îmraliyê û kesên ku Ocalan dixwest bibîne jî biçin Îmraliyê.

Di berdewamiyê de Koçyîgîtê da zanîn, li ser pergala dadê ya Tirkiyê bi berfirehî gotûbêj kirine û şandeyê bal kişandiye ser rewşa girtiyên nexweş ên girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.

Vesaziya derbarê girtiyên nexweş mijareke taybet a gotûbêjan bûye.

Hevdem qanûna înfazê mijareke din a gotûbêjan bûye.

Kanal8

24/04/2025