ŞANDEYA DEM PARTÎ Û DBP'Ê JI ALIYÊ ÎLHAM EHMED VE HATE PÊŞWAZÎKIRIN

Kanal8 25/04/2025

Şandeya DEM Partî û DBP’ê ji bo tevlî Konferansa Netewî ya Kurd bibe doh şev derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Şande li Daîreya Têkiliyên derve ya Rêveberiya Xweser ji aliyê Îlham Ehmedê ve hate pêşwazîkirin.

Şandeya ku ji Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, endamê lijneya Rêveber a Navendî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Serhat Eren, Parlamenterên DEM Partiyê Salîha Aydenîz, Gulcan Kaçmaz û Mehmet Kamaç pêk tê, li Rojavayê Kurdistanê ye.

Tê payîn ku şande tevlî Konferansa Netewî ya Kurd ku sibê li Qamişloyê tê lidarxistin be.

Hat zanîn ku dê şande serdana alî û saziyên li Rojavayê Kurdistanê bike.

Her di heman çarçovaya serdanan de şandeyê serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Şandeya DEM Partî û DBP ji aliyê Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed ve hate pêşwazîkirin.

Kanal8

25/04/2025