DI LÊPIRSÎNA ŞAREDARIYA STENBOLÊ DE 47 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Kanal8 26/04/2025
Di çarçoveya lêpirsîna Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de, ji bo 53 kesan biryara binçavkirinê hat dayîn û 47 ji wan hatin girtin.
Operasyona Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) berdewam dike.
Îro danê sibê Alîkarê Sekreterê Giştî yê ÎBB'ê Arif Gurkan Alpay, Midurê Giştî yê ÎSKÎ'yê Şafak Başa, Alîkara Midurê Giştî yê ÎSKÎyê Begûm Çelîkdelen, Midurê Herêmê yê ÎBB'yê Ramazan Gulten, Alîkarê Sekreterê Giştî yê ÎBB'yê bi wekalet Ramazan Gultekîn û sekretera taybet a Serokê Giştî yê ÎBB'yê Ekrem Îmamoglu Kadriye Medya Kasapoğlu û Hevjîna Murat Ongun Gozde Ongun jî di nav de hatin binçavkirin.
Fermana girtina 53 kesan hat dayîn û 47 ji wan hatine binçavkirin.
Kanal8
26/04/2025