DÎMEŞQÊ Û DURZIYAN LIHEV KIR
Kanal8 01/05/2025
Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê piştî ku civînek bi rûspiyên Durzî re lidar xist, ragihand, ew gihiştine lihevkirinekê.
Li gorî Ajansa Fermî ya Sûriyê SANA'yê, herdu aliyan lihev kirine ku şer li navçeyên Ceremana û Sehnaya rawestînin.
Bi gotina SANAyê ew lihevkirineke destpêkî ye û parêzgarên Dîmeşq, Qunêtera û Siwêdayî jî tevlî bibûn.
Di du rojên bihurî de şerekî dijwar di navbera hêzên ser bi hikûmeta Dîmeşqê û komên Durziyan de derket, di encamê de nêzî 40 kesan jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî jî hêzên Dîmeşqê, bajarên Ceremana û Eşrefiye û Sehnaya kontrol kirin.
Kanal8
01/05/2025