LI GEVERÊ QEZA: PENC KES BÛN QURBANÎ

Kanal8 03/05/2025

Li navçeya Gevera Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî agehiyên hatine bidestxistin, qeza li gundê Gurkavaka li Geliyê Doskî, ku 30 kîlometreyan dûrî navçeya Geverê ye, rû daye. Otobûs dema karkerên nobedar ên çêkirina rêyan vediguhest, ji ber baran barînê şemitiye û wergeriya.

Piştî agahdarkirina welatiyên li derdorê, gelek ambulans, leşker û tîmên AFADê xwe gihandin cihê bûyerê û cenaze û birîndarên karker ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê hatin veguhastin.

Kanal8

03/05/2025