WHO'YÊ DERBARÊ REWŞA SÛRIYÊ HIŞYARÎ DA

Kanal8 11/05/2025

Rêxistina Tendirustiya Cîhanê derbarê rewşa mirovî li Sûriyê hişyarî da û ragihand, pêdiviya nêzî 16 milyon kesan li wî welatî bi alîkariyên lezgîn ên tendirustî û mirovî hene.

Rêxistina Bijîşkên Bêsînor jî diyar kir, ji ber kêmkirina alîkariyên aborî, 150 navendên tendirustiyê li Sûriyê hatin girtin.

Rêveberê Rêxistina Tendirustiya Cîhanê (WHO) Tedrûs Adnahûm Gîbrîsos di daxuyaniyekê de li ser hejmara xwe ya tayebet li ser tevna civakî ya X’ê ragihand, alîkariyên aborî yên herî dawiyê ku sê milyon dolarên sindûqa navendî ya li hawarhatinê ya Netweyên Yekbûyî, alîkariyên tendirustî peşkêşî zêdetirî 500 hezar sûriyan kirine.

Tevî wê yekê jî Gîbrîsos diyar kir, pêdiviya nêzî 16 milyon kesan li wî welatî bi alîkariyên lezgîn ên tendirustî û mirovî heye, ji ber vê ji cikava navdewletî xwest alîkariya gelê Sûriyê bikin ji bo ku jiyana wan nekeve metirsiyê.

Li aliyê din Rêxistina Pijîşkên Bê Sînor ragihand, ji ber biryara Serokê Amerîkayê ji bo kêmkirina alîkariyên darayî yên rêxistinên mirovî li Sûriyê, 150 navendên tendirustiyê li wî welatî hatin girtin û zirar gihiştiye çar milyon û 400 hezar sûriyan, ji ber ve, rêxistinê daxwaza zêdekirina alîkariyên darayî kir.

Kanal8

11/05/2025