LI RIYADÊ HEVDÎTINA 4 ALÎ PÊK HAT

Kanal8 14/05/2025

Serokê Amerîkayê Donald Trump, Şehzadeyê Cînişîn a Erebistana Siûdiyê Mihemed bin Selman, Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan û Serokomarê Sûriyê Ehmed Şeri’ bi hev re civîneke onlîne li dar xistin.

Hevdîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Sûriyê li Riyada paytexta Erebistana Siûdiyê pêk hat.

Hevdîtina serokên herdu welatan, hevdîtina yekem a piştî 25 salan e.

Di heman demê de Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan, Şehzadeyê Cînişîn a Erebîstana Siûdiyê Mihemed bin Selman, Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Sûriyê Ehmed Şeri' bi hev re civîneke onlîne lidar xistin.

Donald Trump di çarçoveya gera xwe ya Kendavê de da zanîn, piştî pêwendiya bi Erdogan û Mihemed bin Selman re biryara rakirina hin cezayên li ser Sûriyê ragihandibû.

Di heman demê de Amerîkayê bi Erebistana Siûdiyê re peymaneke razemeniyan a ji 600 milyar dolarî û peymanan çekan a ji 142 milyar dolarî îmze kiribû.

Kanal8

14/05/2025