LI ŞINGALÊ GOREKE KOMÎ HAT DÎTIN

Kanal8 18/05/2025

Li bajarê Şingalê goreke din a komî hat dîtin ku rûfatên hejmarek Êzidiyan tê de ye.

Li gorî agahiyên nûçegihanê KANAL8’ê li Şingalê, Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) goreke komî li navçeya Qendîlê ku çend kîlometreyan ji navenda Şingalê dûr e, dîtine ku hejmarek rûfatên êzidiyan tê de ne.

Li gorî agahiyên Yekîneyên Berxwedana Şingalê, tê pêşbînîkirin qurbaniyên wê gora komî ji bo Tebaxa 2014’an vegere ku tê de çekdarên DAIŞ’ê êrişî ser Şingal û derdora wê kir û komkujî li dijî êzidiyan pêk anîn. 

Yekîneyên Berxwedana Şingalê ji aliyên pêwendîdar ên parêzgeha Nînova û hikûmeta Iraqê xwest ku tîmên taybet ji wê gora komî re bişîn in û lêkolînê di wê derbarê de bikin.

Kanal8

18/05/2025