SEYDO EFRÎN: JI BO PARASTINA CIVAKÊ ÇI PÊWÎST BE DÊ BÊ KIRIN

Elî Zalo 22/05/2025

Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbarê êrişên dawiyê yên DAIŞ'ê got, "Metirsiya ji nû ve zindîbûna DAIŞê zêde bûye."

Endamê Fermandariya Gîştî yê Hêzên Ewlekariya Hundurîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Seydo Efrîn derbarê zêdebûna êrşên çekdarên DAIŞ'ê agahî dane KANAL8'ê û ragihand, piştî hilweşîna rêjîma Beşar Esed niha çekdarên rêxistina DAIŞ'ê li seranserî Sûriyê bi rehetî tevdigerin û êrişên hêzên wan dikin û çalakiyan pêk tînin.

Di heman demê de li ser firoşkarên madeyên hişbir jî Seydo da zanîn, beriya agirbest bê ragihandin û şer were rawastandin, wan nedikarî bi awayekî çalak li dijî bazirganên madeyên hişbir ên li ser sînor tekoşînê bikin, ji ber ku dewriyeyên wan ên ser sînor ên li dijî madeyên hişbir dibûn armanca dronan.

Seydo da diyarkirin ku piştî rawestandina şer û ragihandina agirbestê niha  hêzên wan çalak bûne û gelek kes bi tohmeta belavkirina madeyên hişbir li seranserî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê girtine.  

Di berdewamiya axaftina xwe de Seydo da zanîn piştî hilweşîna desthilata Beşar Esed, dervayê saziyên ewlehîyê yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê , hemû saziyên di yên bin desthileta Dîmeşqê de bûn hilweşiyane û niha li dervayê navçeyên Rêveberiya xweser ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ti cîhên  ewleh nemane .

Elî Zalo

22/05/2025