LÊKOLÎN: RÛNIŞTINA ZÊDE MÊJÎ BIÇÛK DIKE

Hêriş Celal 24/05/2025

Li gorî lêkolîneke nû ya ku li Amerîkayê hatiye kirin, rûniştina zêde bandoreke neyênî ne tenê li ser tendirustiya laşê mirovan, lê di heman demê de li ser pêkhateya mêjî jî dike. 

Zanyarên ji Zanîngeha Vanderbilt, Zanîngeha Pittsburgh û Zanîngeha Neteweyî ya Seoulê lêkolînek derbarê têkiliya navbera dema rûniştinê û tendirustiya mêjiyê kesên 50 salî û mezintir kirin. Di encama lêkolînê de derket ku şêwaza jiyana bêçalak dibe sedema nexweşiya jibîrçûnê di mirovan de. Pisporan diyar kirin ku werzîş bi tenê têrê nake û divê mirov dema rûniştinê jî kêm bike.

Di lêkolînê de, 404 dilxwazên ku temenê wan ji 50 saliyê mezintir bû, hefteyekê hatin şopandin. %78’ê beşdaran dema werzîşê ya heftane ya herî kêm 150 demjimêran ya pêşniyarkirî bicîh anîn, lê derket holê, kesên ku di nav rojê de demên dirêjtir rûdiniştin nîşanên kêmbûna qebareya mêjî û kêmbûna şiyana fikirînê di wan de xuya kir. 

Li gorî lêkolînê, her çend têkiliyek rasterast a sedem û encamê di navbera dema rûniştinê û tendirustiya mêjî de nehatibe destnîşankirin jî, lê hate dîtin ku pêvajoya pîrbûna mêjî bi zêdebûna bêçalakiyê re zûtir pêşve diçe. Her wiha xuya bû, kesên ku  di malbata wan de nexweşiya jibîrçûnê heye, ji rûniştina zêde, zêdetir bi banro dibin.

Hêriş Celal

24/05/2025